Îlon 19, 2018 10:10 Asia/Tehran
  • Serokên her du Koreyan rêketinnameyek wajo kirin

Karbidestên derecebilinde du koreyan li Piyong-Yangê daxûyaniya civîna serokan îmza kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Yonhapê  Kîm Cong On serokkomarê Koreya Bakûrî û Moon Jaê În serokkomarê Koreya Başûrî îro çarşemê piştî kutahiya dewra dudyane hevdîtina xwe li Piyong-Yangê paytexta Koreya Bakûrî bi hevra hevdîtin pêk anîn û daxûyaniya civîna serokan îmza kirin .

Eva cara sêyem e ku îsal Moon Jae-in serokomarê Koreya Başûr û Kim Jong Un rêberê Koreya Bakur hevdîtinê pêk tînin û derbarê pêkanîna aştî û aramîyê li nîvgirava Koreyê gotûbêjê dikin.

Gelek rayedarên pilebilind ên sîyasî û aborî yên Koreya Başûr jî di vê seredana sêrojî de digel serokomarê welatê xwe çûne Koreya Bakur ta ku rêyên vebûna avorîyê bi cînarê xwe yê li bakur re hilkolînin.

Moon Jae-in duh sêşemê digel desteyeke 110 kesî di çarçova seredaneke sêrojî de û bi merema hevdîtina digel Kim Jong Un rêberê Koreya Bakur derbasî vî welatî bû ku bi awayekî gellekî germ hat pêşwazîkirinê.

Serokên her du Koreyan îsal di civîna li gundê sînorî yê Panmunjom`ê de lihev kirin ku di çarçova aştîyê û nehîştina çekên navokî li nîvgirava Koreyê de pêngavan rakin.