Îlon 17, 2018 13:28 Asia/Tehran
  • Riswatiya cinsî dijî berendamê Trump ji bo endamtiya li Dîwana Bilind a Federal a Amerîkayê

Jineka mamosteya zanîngehê berendamê serokomartê Amerîkayê ji bo endamtiya li Dîwana Bilind a Federal a Amerîkayê bi sûcê azirandina zayendî tawanbar kir.

Kirîstiyen Bilîsî Ford (Christine Blasey Ford) derûnnas û mamosteya zanîngeha Palo Altoya kalîforniyayê roja Yekşemiyê li hevpeyivîna bi rojnameya Waşîngton Postê, got: Bêrt Kavana berendamê Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ji bo endamtiya li Dîwana Bilind a Federal a Amerîkayê, destdirêjiya cinsî li wê kiriye.

Li gorî gotina vê mamosteya zanîngehê,  Bêrt Kavana (Brett Kavanaugh) sê deheyan beriya niha hevrê digel hevalekî xwe li mêvaniyekê xwestiye destdirêjî li wê bike, lê bi destwerdana yên din nekariye  nêta xwe ya kirêt cih bîne.

Bilîsî Fordê got ku li nameyeka nihênî bo Danne Feinstein, Sênatora pileberz a endamê komîteya dadweriyê ya Sênaya Amerîkayê, bûyer ji wê ra rave kiriye.

Tevî viya dêmokratên Kongreya Amerîkayê roja Yekşemiyl daxwaza paşdaxistina civîna dengwergirtinê ji bo piştrastkirina hêjatiya Brett Kavanaugh kirin.

Lê komarxwaz ku piraniya kursiyên Kongreya Amerîkayê di destê wan da ye, hewil didin heta dawiya meha Îlonê, ji bo endamtiya Brett Kavanaugh li Dîwana Bilind a federal a vî welatî deng werbitgirin.

Heke Sêna endamtiya Brett Kavanaugh erê bike, Ew dê duyem dadwerê parêzkar be ku bi pêşniyara Trump dibe endamê Dîwana Bilind a Federal a Amerîkayê.