Herîkêm 30 madenkaran li Fîlîpînê canê xwe ji dest dan
Îlon 17, 2018 10:54 Asia/Tehran
Herîkêm 30 madenkar ji ber hezazê li bakurê Fîlîpînê canê xwe ji dest dan.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Xinhua ya Çînê ji zarê rayedarên ewlehiyê yên Fîlîpînê, Ji ber hezaza pêkhatî di encama bahoza bihêzû giran a Menghûtê li bakurê Fîlîpînê, herîkêm 30 madenkar mirin û 13 kes jî wenda bûn.
Bi mirina van 30 madenkaran, hejmara goriyên bahoza bihêz a Menghûtê li Fîlîpînê gihîşte 59 kesî.
Bahoza bihêz û giran a Menghûtê roja Şemiyê bi lezeka derdora 330 Kîlomitrî di saetê da ji navçeyên bakurê Fîlîpînê derbas bû.