Tebax 13, 2018 19:47 Asia/Tehran
  • Rayedarekî ewlehîyê yê Amerîkayê: Vekişîna Trump ji RÊketinama Atomî neberpirsane bû

Alîkarê berê yê serokê ewlehîya netewî yê Qesra Sipî kiryara serokomarê Amerîkayê ya vekişîna ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê neberpirsane zanî.

Frank von Hippel alîkarê berê yê serokê ewlehîya netewî yê Qesra Sipî li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a Mêhrê got ku kiryara Donald Trump serokomarê Amerîkayê ya vekişîna ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê, tam neberpirsane bû.

Wî herwiha got: Ji ber gellek kiryarên xirabkir ên ku dewleta Trump kirine, neyarîyeke sîyasî ya berfire li hemberî wî pêk hatîye.

Alîkarê berê yê serokê ewlehîya netewî yê Qesra Sipî herwisan got: Yekemîn bandora vê neyarîya li hemberî Trump wê li hilbijartina dewra navîn a Kongira Amerîkayê di Mijdara 2018`an de xwe nîşan bide.

Trump di 8`ê Gulana îsal de vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê û sepandina dubare ya boykotên navokî ser Îranê de ragihand.