Tebax 11, 2018 14:38 Asia/Tehran
  •  Ketina balefira rewandî li eyaleta Waşengtona Emerîkayê

Rayeadrên emerîkî li bara ketina balefira rewandî li eyaleta Waşengtona Emerîkayê agahî dan.

 Li gorî rapora kanala  CNN`ê, rayedarên  emerîkî roja  Şemiyê ragihandin ku balefireke  rêwîhilgir  a bêyî misafir  ku  bi awayekî neqanûnî li eyaleta  Waşengtonê difirî û hatibû rewandinê, ket erdê.

  Li gorî vê raporê, du balfirên cengê yên F-15 ên hêza hewayî ya Emerîkayê, ev ablefira şopandin lê di  ketina wê de destê wan tine bûye.

 Li gorî gotina rayedarên emerîkî,  hêla hewayî ya Alaskayê ev balefira  rêwhilgir  ji cureya Harzon Aira Q 400 nas kiribû.

 Ev bûyera ku li balefigeha  Siyatel Takomayê li bajarê Siyatel a eyaleta Waşengtonê qewimî bû sedema  derketina pirsgirêkan li firînan lê niha  rewşa firînan ji vê balefirgehê vegeryaye rewşa xwe ya normal.

 Kesekî nenas ku hîn howiyeta wê diyar nebûye, ev balefira bê misafir rewandibû.

 Rayedarên bajarê Siyatelê, terorîstîbûna  vê bûyerê red kirine û ragahndin ku li nava blaefirê xêncî pîlotê kesek tinebûye.