Civîna sersarane ya Konseya Ewlehiyê li bara cinayeta kuştina xwendevanên yemenî
Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, bêyî şermezarkirina cinayeta hevalbendiya siûdî li kuştina xwendevanên yemenî, tenê daxawaz cihanîna lêkolînên zelal li vê barê kir.
Konseya Ewlehiyê rojî îniyê civînek li bara êrişa balefirên cengê yên siûdî ser ûtûbûsa hilgirê xwendevanên yemenî li Seideyê li dar xist û serê axir bêyî weşandina daxûyaniyekê bona şermezarkirina vê cinayeta li dijî mirovahiyê, tenê dilgianiya xwe ji êrişa ser Sedeyê û êrişên vê dawiyê li navçên dine Yemenê raghand.
Yanê, Konseya Ewlehiyê li hevrêtiya Brîtanya û Emerîkayê bi destdirêjkirên siûdî, ji kêleka cinayeta hevalbendiya siûdî li Sedeya Yemenê derbas bû.
Balefirên siûdî pêncşemiyê şevê êriş kirin ser ûtûbûsa hilgirê xwendevanên yemenî li bajarê Zehyanê li parêzgeha Sedeya Yemenê ki li encama wê 55 kes hatin kuştin û nêzîkî 80 kes jî birîndar bûn.
Yan Eglend sekreterê giştî yê Rêxistina nedewletî ya nasiyar bi Konseya penaberên Norvejê wek berteka li hember cinayeta kuştina xwendevanên yemenî got: Ev bbûyera bi xof û bêrehmane û diltezîn e. Êrişa ser ûtûbûsa hilgirê zarokên bêguneh tê wateya binpêkirina qanûnên cengê .
Her wiha Wezareta karên derve ya Rûsiyê li daxûyaniyekê raghand: Moskowa daxwaza lêkolînên berfieh û hûr û kûr li bara êrişên vê dawiyê li Yemenê dike ku li encama wê bi dehan xelkê sivîl hatine kuştin.
Wezareta Karên derve ya Rûsiyê destnîşan kir: Yên ku berpirsê kuştina xelkê bêguneh in, divê werin mehkmekirin.