Tîrmeh 21, 2018 14:00 Asia/Tehran
  •  Helwêsta wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê li dijî Rûsiyê

Wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê, daxwaza dewama boykotên li dijî rûsî yên Koşka Sipî kir.

 Li gorî rapora kanala  nûçan a Al-Jazeera (El-Cezîrê) James Mattis (Cêyms Metîs) wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê, roja îniyê tevî êrişa  giran ser Rûsiyê daxwaz kir ku  bila dirêjkirina  boykotên Moskowayê,  di bin deshilata Mike Pomppeo (Mayk Pompêo) wezîrê karên derve yê Emerîkayê de be.

  James Mattis her wiha got: Dê ev boykot bibin baîs hin welat dewsa ku pişta xwe bi kelûmelên leşkerî yên Rûsiyê ve girêdin, peywendiyên xwe yên ewlehiyê bi Emerîkayê re xurt bikin. amajeya Mattis bo kiryara  Tirkiyê ya kirîna  sîstema  berevaniya mûşekî  ya S-400 ê ji Rûsiyê ye.

  Wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê her wiha daxwaza dewama  boykotên  li dijî îranî yên koşka sipî kir.

 peywendiyên  Emerîka û Rûsiyê li mehên derbasbûyî  aloz bûye.

 Rayedarên  emerîkî û rojavayî di dewama pevçûnên  li rojhilata  Okraynê bi mehna  mudaxilên Moskowayê, hin boykot li dijî Rûsiyê cih anîn.

 Rayedarên  dewleta  Rûsiyê jî  hin boykot li dijî Emerîkayê û dewletên  rojavayî yên alîgirê Waşengtonê cih anîn.