Tîrmeh 18, 2018 19:56 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana gelê Waşîngtonê dijî Trump

Hejmarek ji gelê Amerîkayê xwenîşandanek bi nîşana nerazîbûna li hemberî sîyasetên serokomarê vî welatî li dar xistin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, pişkdarên vê xwenîşandanê ku li Waşîngtonê hat birêxistinê, bi durişman herwiha gotinên Donald Trump serkomarê Amerîkayê li civîna Hêlsînkîyê şermezar kirin.

Ji hêla din ve, qanûndanerên amerîkî ji wan Nansî Plosî rêbera kêmîneya Dêmokirat a Sênayê ji ber ku Trump li Hêlsînkîyê Pûtîn têkildarî destwerdana li hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê di sala 2016`an de berpirs nezanîye, ew rexne kirin.

Plosîyê got ku Trump ji bo dewama êrişa ser dêmokirasîya me, lampa kesk ji ûrisan re vêxist.

Kanala CNN`ê jî li raporekê têkildarî hevdîtina serokomarên Amerîka û Ûrsêtê li Hêlsînkîya Fenlandê ragihand ku rayedarên sazî û dezgehên îstoxbaratî û lêzanînê yên Amerîkayê têkildarî parastina agahîyên nihênî yên ku didin ber destê Donald Trump wekî serokomar, dilgiran in û pêbawerîya xwe ji dest dane.

Li rex van rexneyên ji Trump raporên fermî jî nîşan didin ku wezareta karên derve ya Amerîkayê zêde ji 77 hezar dolar ji bo xercên mayîna rojekê ya Trump li Skotlandê daye.