Tîrmeh 18, 2018 18:09 Asia/Tehran
  • Tevdîrên Ewropayê ji bo sekinîna li hemberî terîfeyên Amerîkayê

Komsyona Ewropayê tevdîrên taybet ji bo sekinîna li hemberî kiryara Amerîkayê ya sepandina terîfê ser derkirrîna polayê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, Komsyona Ewropayê îro li daxûyanîyekê ragihand ku tevdîrên taybet ji bo parastina berjewendîyên ticarî yên welatên ewropî li hemberî terîfeyên ku Amerîkayê ser derkirrîna polayê de sepandine kirine.

Li dewama vê daxûyanîya Komsyona Ewropayê hatîye ku ev tevdîr bi armanca sekinîna li hemberî wan terîfeyan in ku vê dawîyê Amerîkayê ser derkirrîna polayê ji Ewropayê sepandine û biryar e ku ji sibê va cih bên.

Jean-Claude Juncker serokê Komsyona Ewropayê jî sîyasetên ticarî yên Amerîkayê rexne kirin û ragihand ku YE`yê ji ber sîyasetên xeracê yên Amerîkayê li Sazîya Ticareta Cîhanî doz vekirîye.

Amerîkayê berî vîya bacên giran ser derkirrîna pola û bafûnê ji welatên curbicur ji wan ji YE, Mêkzîka, Kanada û Çînê sepandin. Brûkselê bi caran neyarîya xwe li hemberî siyasetên ticarî yên Amerîkayê ragihandîye.