Tîrmeh 18, 2018 16:44 Asia/Tehran
  • 20 endamên Taliban û serkirdeyekî DAIŞ`ê li Efxanistanê hatine kuştin

Nivîsgeha çapemeniyê ya waliyê Nengerharê li rojhilata Efxanistanê, ragihand ku 20 endamên Taliban û serkirdeyekî Koma Terorîst a DAIŞ`ê di encama operasyona hêzên artêşa vî welatî, li Efxanistanê hatine kuştin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, nivîsgeha çapemeniyê ya wilayeta Nengerharê, roja çarşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Di encama operasyona hêzên artêşa Efxanistanê dijî bargehên Koma Terorîst a DAIŞ`ê li bajaroka Xogiyaniyê ya wilayeta  Nengerharê de serkirdeyekî vê komê hate kuştin û hejmareka din jî birîndar bûn.

Di eynî demê de di encama operasyona hêzên artêşa Efxanistanê dijî bargehên Koma Taliban li bajarpka Xogiyaniyê de, herîkêm 20 endamên vê komê hatine kuştin.

Di van rojên dawiyê de hêzên artêşê û hêzên ewlehiyê yên Efxanistanê, operasyona dijî bargehên Koma Taliban û herwiha Koma Terorîst a DAIŞ`ê giran kirine.