Tîrmeh 18, 2018 11:24 Asia/Tehran
  • Mogirînî: Ewrûpa kompaniyên xwe yên ku li Îranê dixebitin digre

Berpirsa siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) bilî rexneya ji siyaseta yekalî ya Amerîka li hemberî rêketina navokî got: Yeketiya Ewrûpa piştevaniya kompaniyên xwe yên ku li Îranê dixebitin dike.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fransayê, Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) duh sêşemê got: Têhran û Broksilê riyên qanûnî yên hiqûqî berçav digrin ta ku ew kompaniyên ku li Îranê dixebitin rastîxisaretên ji ber boykotên Îranê nebin.

Mogirînî herwisa li hember dijayetiya dewleta Amerîkayê li xwestekên welatên ewrûpî yên ji bo rakirina boykotên dijî Îranê, bertek nîşan da.

Mogêrînîyê bal kişand ser tivdîrên Yekîtiya Ewrûpayê yên ji bo vekirîhêlana rêyên aborî yên bi Îranê re û ewan tirvdîrên balkêş wesif kirin ku dikarin garantî bikin ku Îranî dîsan jî ji xêr û qenciyên Lihevkirina Navokî sûd werbigire.

Vê rayedara payebilind a YE`yê, li bersiva vê pirsê ku heya çi astekê piştrast e ku tivdîrên YE`yê dikarin li hember zextên Amerîkayê bisekinin û Lihevkirina Navokî biparêzin, got: Tevî viya ku Amerîka li abora cîhanî û pergala pereyî, bihêz û qawet e, lê Ewrûpa bi biryar e ku Lihevkirina Navokî biparêze.

Mogêrînîyê herwiha got: YE`yê, Lihevkirina Navokî tam di çarçoveya berjewendiyên ewlehiyê yên vê yekîtiyê û herwiha navçe û dinyayê dizane her ji ber vê yekê her karên ku bikaribe wê cih bîne ta ku nehêle pêşiya wê were girtin û îbtal bibe, ji ber ku ser vê bawerê ye ku  wê dûhatên bûyereka wiha bikaresat be.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, 8`ê Gulanê bi awayekî yekalî, derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî ragihand û fermana vegeryana boykotên navokî yên dijî Îranê yên piştî derbasbûna dewrên 90 û 180 rojî îmze kir.

Dewleta Amerîkayê piştî vekişiyana ji Rêketinama Atomî pêgirî kir ku heta 4`ê Mijdara sala 2018`an yê derfirotina nifta Îranê daxe sifrê.

Demlidest Ewrûpa tevî dijayetiya aşkera ya li hember vê biryara Trump, hin hewldan ji bo garantîkirina berjewendiyên Îranê yên li Lihevkirina Navokî û parastina vê hevhatinê ya bêyî Amerîkayê destpê kir.