Dengvedana hevdîtian Trump li Hilsînkiyê li kovarên Ewropayê; "Ji Xiyaneta Trump, heta serketina Pûtîn"
Kovarên ewropî di hejmara xwe ya roja Sêşemê bi awayekî taybet hevdîtina serokên Amerîka û Rûsiyê hilkolandin.
Li gorî rapora Tasnim Newsê, Piştî hevdîtina roja Duşemê, 16ê Tîrmehê, navbera Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê û Vladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê û civîna wan a çapemeniyê, pirraniya kovarên ewropî îro anku Sêşemê encama vê hevdîtinê li ser xêra Rûsiyê û ser ziyana Amerîkayê dan zanîn.
Van kovaran li ser rûpela xwe ya destpêkê serenavên weke "Xiyaneta Trump û serketina Pûtîn" bi kar anîn.
Rojnama Guardianê ya çapa Londonê bi weşandina wêneyekê ji destdayîna Trump û Pûtîn, nivîsî: Serokomarê Amerîkayê ji ber vê hevdîtinê bi "Tiştekê di asta Xiyanetê" hat tawanbarkirin.
Daily Newsê jî bêjeya "Xiyaneta Aşkira" bi kar anî; Xiyaneta ku ser esasa wênesaziya ser cilda vê kovarê, Trump destê Pûtîn bi dostanî girtiye destê xwe û bi destê din gullê berdide sembola Amerîkayê.
Her wiha rojnameya Le Mondê ya Fransayê li versiyona xwe ya navneteweyî nivîsî: Lawaziya Trump li hemberî Pûtîn komarxwazên amerîkî şermesar kirin.
Kovara Handsbilatê ya Almanyayê jî hevdîtina Trump û Pûtîn wek "Civîna Zorbêjan" da zanîn.
Kovara Velikskirant a Holandayê jî li rûpela xwe ya yekem qala ``Nefret û tirsê li Waşîngtonê ji ber gotinên Trump`` kir.
Kovara "El Mondoy" ya Spanyayê jî nivîsî: Trump piştî heqaretkirin Ewropayê, li hemberî Pûtîn xwe çemand.
Kovara fenlandî ya ``Kopalhetiyê`` jî nivîsî: Trump: 0 Pûtîn: 1.