Tîrmeh 17, 2018 17:26 Asia/Tehran
  • Talibanê ji bo gotûbêja bi Amerîkayê ra merc danî

Koma Talibanê rakirina navê serokên xwe ji lîsteya komên têrorîst wek pêşmercek pêwîst ji bo gotûbêja bi Amerîkayê ra diyar kir.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNAyê, Ofîsa siyasî ya Talibanê li Qeterê piştî ragihandina amadetiya Amerîkayê ji bo gotûbêja bi vê komê ra, rakirina navê rêberên xwe ji nav lîsteya reş wek pêşmerca ji bo destpêbûna gotûbêjê da zanîn.

Talibanê beriya viya ragihandibû ku tenê hazir e bi amerîkiyan ra ji bo aştiya li Efxanistanê bikeve diyalogê û hazir nine bi dewleta yekîtiya neteweyî ya vî welatî ra aştiyê bike.

Ev li halekî ye ku Talibana Efxanistanê dibêje: Her cûre gotûbêja bi dewleta Eşref Xenî û Amerîkayê maye ser derketina dagirkeran ji Efxanistanê.