Tîrmeh 17, 2018 10:38 Asia/Tehran
  • Rexneya Eşekeraye Pûtîn ji siyasetên dijî rêketina navokî ya Trump

Serokkomarê Rûsiyayê bilî rexneya ji hevtayê xwe yê amerîkî bona derketina vî welatî ji rêketina navokî got: Miskowayê nîgeraniya xwe li vê barê ragihandiye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Velademîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyayê li press konferansaxwe ya hevpar a duh duşemê tev Donald Trump serokkomarê Amerîka li Hilsîngiyê paytexta Fenlandê got: Piştî rêketina navokî ajansa mnavnetewî ya enirjiya atomê ser xebatên navokî yên Îranê çavdêrî kir û hertim ser aştîxwazanebûna xebatên navokî yên Îranê destnîşan dike.

Ev gotinên Pûtîn bersiva gotinên Trump bû ku li vê Press konferansê got ku wî bi Pûtîn va li ser zextûzorên ser Îranê bona girtina pîşiya ew tişta ku wî jê wekî ``Xeyalên Navokî`` yên Îranê jê nav bir, axivtiye.

Trump bêyî îşare bi piştevaniya welatên curbicur ji grûpên terorîstî û bitaybet grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û destnîşan kir: Min gel Pûtîn li ser vê yekê axivtiye ku gere ku Îran ji qazancên işkesta DAIŞ behre negire.

Trump ku çavên xwe ji rexneya rêketina navokî ya Pûtîn girêdabû got: Peywendiyên di navbera Rûsiyayê û Amerîka qet wiha aloz nebûye lê ji vê saetê şûnda rewş hatiye guhartin.

Serokkomarê Amerîka îdia kir ku ji çaxê ew çûye Koşka Sipî ew xebitiye li dewsa şer û pevçûnê siyasetên rêketin û dîplomasiyê berçav bigre.