Tîrmeh 16, 2018 20:40 Asia/Tehran
  • Li Parîsê piştî qaremaniya Fransayê li Kapa Cîhanî ya Pêgogê alozî derket

Paytexta Fransayê di şeva qaremaniya tîma neteweyî ya fûtbalê ya vî welatî li Kapa Cîhanî ya Fûtbalê ya Rûsiya 2018 de bû meydana pevçûna navbera polîs û hogirên fûtbalê.

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand: Li cejn û şahiya Yekşemiyê bi şev a gelê Parîsê piştî qaremaniya Fransayê li pêşbirkên Kapa Cîhanî ya Fûtbalê ya Rûsiya 2018 li Kolana Şanzelîzê di navbera polîs û hezkiriyên fûtbalê alozî û pevçûn derket.

Li pey vê pevçûnê, polîsê Fransayê ferman da ku Kolana Şanzelîzê ku cihê sereke yê kombûna alîgirên tîma neteweyî bû, da û ji bo kontrolkirina aloziyan gaza rondikrêj reşande ser xelkê.

Bi dehan hezar kes ji alîgirên tîma neteweyî ya Fûtbala Fransayê li vê kolanê kom bûbûn.

Fîlm û wêneyên belavbûyî ji Kolana Şanzelîzê nîşan didin ku komek li halê ziyangihandina li erebe û malên gelemperî ne. Hinekan jî kevir davêtine polîsan.

Hin rapor qala pevçûna li bajarê Liyonê ku sêyem bajarê mezin ê Fransayê hatine weşandin.

Tîma Neteweyî ya Fûtbalê ya Frasnayê Yekşemiyê bi şev li pêşbirka dawiyê ya Kapa Cîhanî ya Fûtbalê ya Rûsiya 2018 bi encama 4-2 ji tîma Krowasiyê bir û bû qaremana vê kapê.

Nêzikî 110 hezar kes ji hêzên polîs ji bo kontrolkirina aloziyên têkildarî pêşbirka dawiyê ya Kapa Cîhanî ya Fûtbalê ya Rûsiya 2018 li bajarên Fransayê bi cih bûbûn.