Hewldana Yekitiya Ewrûpayê ji bo xatircembûna ji dewama derfirotina nifta Îranê
Wezîrê karên derve yê Fransayê got ku armanca welatên ewrûpî xatircembûna ji dewama firotina nifta Îranê ye.
Li gorî rapora Fars News`ê, Jan Iyo Lo Diryan, wezîrê karên derve yê Fransayê roja duşemiyê beriya civîna wezîrên derve yên ewrûpî li Brukselê got ku Yekitiya Ewûpayê, hewldana xwe ji bo parastina rêketina navokî cih tîne û armanca wê xatircembûan ji vê yekê ye ku Îran bikaribe firotina nifta xwe bidomîne.
Lo Diryan her wiha got: Beşdarên civîna wezîrên karên derve yên Ewrûpayê li Brukselê li bara hevhatina navokî dişêwirin.
Wezîrên karên derve yên Îranê û endamên mayî yên koma 5+1`ê du heftiyan berî niha ji bo behs û gotûbêja li bara cihanîna rêketina navokî bêyî beşdariya Emerîkayê gotûbêj kirin.
Beriya vê civînê , Yekitiya Ewrûpayê bi daxûyaniyekê, tekez kir ku parastina riyên danûstandinên aborî û dewama firotina niftê weke ewlewiyet tê hesabê.
Hindistan jî vê dawiyê ji ber gefên Donald Trump, serokkomarê Emerîkayê li warê kirîna nifta welatên din ji Îranê, raghand ku her çiqasî dikare hewl dide berjewendiyên xwe yên neteweyî li warê derkirîna niftê ji Îranê piştgiriyê bike.
Trump serokkomarê Amerîka heştê meha Gulana 2018` an bi dubarekirina tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinnama navokî û vegeryana boykotên navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din raghand.
Emerîkayê her wiha midehek berî niha destnîşan kir ku bi vegeryana boykotan, divê hemî welat heya 4 Mijdarê derkirîna niftê ji Îranê tam rawestînin.