Tîrmeh 16, 2018 16:54 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Amerîkayê li ser piştgiriya ji Tirkiyê

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li daxûyaniyekê bi boneya duyemîn salvegera darbeya serneketî li Tirkiyê, li ser piştgiriya mayînde ya Waşîngtonê ji vî hevpeymanê endamê NATOyê pêgirî kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Hêdêr Naort bi daxûyaniyekê tevî pêgiriya li ser dewama piştgiriya vî welatî ji Tirkiyê, darbeya serneketî ya du salan beriya niha li vî welatî şermezarkirin û hevderdiya xwe digel goriyên wê bûyerê diyar kir.

Darbeya leşkerî li Tirkiyê di 15ê Tîrmeha sala 2016an û bi bicihbûna yekîneyeka artêşa vî welatî li ser pireka Istenbûlê û girêdana kolanan dest pê bû.

Darbekaran karîn çend saetan kontrola têlêvîziyona deweltî ya TRT`ê û firokexaneya Atatirk a Istenbûlê bigirin destê xwe, lê çend saetên din rayedarên Tirkiyê qala têkçûna darbeyê kirin.

Li vê darbeyê derdora 160 kesî hatin kuştin û bi hezaran kes birîndar bûn an hatin girtin.

Li pey vê darbeyê safîkirinên berfireh li sazî û rêvebriiyên dewletî yên Tirkiyê pêk hatin û zêdetirî 50 hezar kesî hatin girtin û zindanîkirin û herîkêm 150 hezar kes bi tawana têkilliya digel darbekaran ji karên xwe hatin derxistin.