Tîrmeh 16, 2018 14:14 Asia/Tehran
  • Kirîza li nav Parîsê piştî qehremaniya tîma fûtbala Fransayê

Piştî ku şeva bihurî tîma netewî ya fûtbala Fransayê li kapa cîhanî ya 2018 li Rûsiyayê bû Qehreman, xelkê Parîsê derketin nav kolanan û di navbera wan û hêzên polîs da şer û pevçûn derket.

Li gor rapora ajansa nûçan a Reutersê, Şeva bihurî piştî qehremaniya tîma netewî ya fûtbala Fransayê li kapa cîhanî ya 2018 , alîgîrên fûtbalê derketin nav kolanan û di navbera wan û hêzên polîsê Fransayê da pevçûn çêbû.

Piştî vê pevçûnê, polîsê Fransayê daxwaza derketina xelkê ji Kolana Şanzalîzê kir ku ciyê sereke yê kombûna xelkê bû û bona vê yekê polîs gaza îzotê reşand.

Bi dehan hezar ji xelkê Parîsê derketibûne nav kolana Şanzalîzê.

Li gorî fîlmên ku li ser torên civakî belav bûne, hinek ji xelkê derbe li jêravahiyên Parîsê dixistin, malên xelkê kavil dikirin yan jî erebeyên xelkê didane ber kevran, her wisa bi kevran êrişî ser hêzên polîsê Fransayê dikirin.