Tîrmeh 16, 2018 12:08 Asia/Tehran
  • DAIŞê êrîşa ser Kabolê girte ustiyê xwe

Koma têrorîst a DAIŞê êrîşa li ser avahiya Wezareta Pêşketina Gundan li paytexta Efxanistanê da ser milê xwe.

Li gorî rapora Tasnim News`ê, Berdevkê polîsê Kabolê ragihand ku têrorîstekî berêvariya duh anku Yekşemiyê erebeya kedkarên Wezareta Pêşketina Gundan a Efxanistanê li taxa Dar El Emanê (Darul Aman)  a rojavaya Kabolê teqand.

Hişmet Istankezî her wiha got: Li vê êrîşa têrorîstî 9 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.

Du welatiyên fransî di nav kesên kuştî da ne.

Beriya viya jî Wezareta pêşketina Gundan a Efxanistanê di meha Rojîtiyê da ketibû ber êrîşa têrorîstî ku zêde ji 12 kes hatibûn kuştin û 30 kes jî birîndar bûbûn.

Êrîşên koma têrorîst a DAIŞê li Kabolê û bajarên din ên mezin ên Efxanistanê li halekî zêde bûne ku Ameîka û hin welatên erebî tawanbarê piştgiriya ji koma têrorîst a DAIŞê li Efxanistanê ne.