Tîrmeh 16, 2018 12:02 Asia/Tehran
  • Li aloziyên Nîkaraguê 10 kes hatine kuştin

Li şer û pevçûna di navbera hêzên dewletî û neyarên dewleta Nîkaraguê 10 kes hatine kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, Saziya heq û mafê mirovan a Nîkaraguê îro Duşemê ragihand ku li şer û pevçûna duh Yekşemê di navbera hêzên dewletî û neyarên dewleta Nîkaraguê li bajarên Monîmboyê û Masayayê li başûra vî welatî 10 kes hatine kuştin.

Şer û pevçûna di navbera hêzên dewletî û neyarên dewleta Nîkaraguê ji nîveka Nîsana bihurî va destpê bûye û li gorî nûçeyên belavbûyî heta niha zêde ji 300 kes li van şer û pevçûnan hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Xelkê nerazî li Nîkaraguê daxwaza destjikarkişandina Daniel Ortega serokkomarê vî welatî dikin.

Aloziyên Nîkaraguê piştî reformên dewleta vî welatî bi taybet li dabînkariyên civakî destpê bû.

Dewleta çepgir a Nîkaraguê , Amerîkayê bi sûcê piştevanîkirina ji neyaran tawanbar dike.