Hezîran 21, 2018 13:15 Asia/Tehran
  • Helga Schmid: Bi zûtirkê dê 100 şîrket bi Îranê re dest bi muzakirê bikin

Hêlga Işmîd alîkara berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê pêgirî kir ku Ewropa yê di warê parastina rêketinama atomî de micidtir ji berê be û wê bi mêkanîzmên taybet ji bo bidestxistina vê armancê hewil bide.

Hêlga Işmîdê (Helga Schmid) li hevdîtina digel Elî Ekber Salihî serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê li şarê Oslowê bal kişand ser insîyatîva dîyaloga sîyasî ya pêşesazan ku muzakirên ticarî yên şîrketên biçûk û navîn li asta Îran û YE`yê digire ber xwe û got: Biryar e ku bi zûtirkê 100 şîrket tevlî muzakireya karkirinê digel alîyên îranî bibin.

Alîkara Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê got: Li gorî vê yekê ku zêde ji sedî 60`ê pêşeyên Ewropayê di vê astê de kar dikin, çav li rê ye ku çarçêveke guncav ji bo hevkarîya bi piştgirî û pişkdarîya rasterast a YE`yê pêk bê.

Wê herwiha rewşa herî dawîyê ya mêkanîzmên bankî û darayîyê yên pêwîst şirove kir û dîyar kir ku YE`yê sozdarê peydakirina rêçareyeke guncav ji bo danîna peywendîyên ticarî û darayîyê yên digel Îranê ye.

Elî Ekber Salihî serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê jî li vê hevdîtinê got: Îran ji bo parastina rêketinama atomî hewcedarê dabînbûna çaverêtî, hewcedarî û rabûna dayimî ya boykotên zalimane ye û Îran pêbendîya li sozên di çaçrova rêketinama atomî de hevgavê dewama boykotan bi tu awayî qebûl nake.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê herwiha got: Ewropayê heta vê gavê pêngavên baş di warê parastina rêketinama atomî de rakirine lê di rewşa niha de divê bala xwe bide ser encamên piratîkî yên sîyasetên ku YE`yê ragihandine.

Elî Ekber Salihî serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê ji bo pişkdarîya li civîna Oswlo Furom`ê çûye Norwêjê.