Hezîran 21, 2018 12:11 Asia/Tehran
  • Lihevkirina welatên YE`yê têkildarî kêmkirina hejmara penaxwazan

Serokên welatên ewropî ên pêrgî meseleya koçberîyê pêşnivîsa rêketinameyekê ji bo bisînorkirina hejmara koçberên derbasî welatên wan dibin, wajo kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, serokên welatên koçberwergir ên Ewropayê şeva buhurî li Bruksêlê pêşnivîsa rêketinameyekê ji bo sînordarkirina hejmara koçberên derbasî welatên wan dibin û herwiha ji bo sînordakirina veguhestina kesên ku berî vîya wek penaxwaz derbasî Ewropayê bûne, wajo kirin.

Biryar e ku serokên welatên endamê YE`yê ku koçberan werdigirin, li civîna roja yekşemê cihanîna vê reşnivîsê bi fermî ragihînin.

Li vê pêşnivîsê hatîye: 8 welatên ewropî yên koçberwergir xwe sozdarê  pêşketina di warê kêmkirina hejmara kesên bi awayê neqanûnî derbasî Ewropayê dibin nemaze bi rêya bihêzkirina parastina sînoran, yeksankirina demajoyên wergirtina penaxwazan û zêdekirina hevkarîyên digel welatên penaxwaz ji wan derbas bûne û welatên ew jê hatine dizanin.

Eva li halekî ye ku li gorî qanûna nû ya parlimana Mecaristanê (Hungary) jî her kesê ku imkanan ji bo koçberîya neqanûnî dabîn bike, dê cezaya saleke hepsê bidinê.

Komîsaryaya Bilind a NY çiqa penaberan ji Mecaristanê xwestîye ku vê qanûnê ibtal bike.