Meclisa Qeşe û Lordan a Ingilîsê pêşnumaya Birêxîtê pejirand
Meclisa Qeşe û Lordan a Ingilîsê pêşnumaya bihelahela ya Birêgzîtê (Brexit) bêyî dengwerdanê pejirand.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Baroness Evans serokê Meclisa Qeşe û Lordan a Ingilîsê got ku pêşnumaya Birêgzîtê (vekişîna Ingilîsê ji YE`yê) gellekî hat nîqaşkirin û ev meclisa niha erkdar e ku nêrîna parlimana vî welatî erê bike.
Parlimana Ingilîsê şeva buhurî ji bo cara duyem belgeya serrastkirî ya Meclisa Qeşe û Lordan a Ingilîsê ji bo cara duyem qebûl nekir û ji bo cara sêyem zivirand vê meclisê.
Endamên Meclisa Qeşe û Lordan a Ingilîsê pêkutîyê dikin ku li pêşnumaya Birêgzîtê zêdekek hatîye bicihkirin ku li gorî wê dewleta Ingilîsê rizamendîya parlimanê derbarê lihevkirna teqil a têkildarî Birêgzîtê de bi dest bixe.
Li gorî zêdek û temamkera ku di meha Mijadara sala buhurî de li pêşnumaya Birêgzîtê hat zêdekirinê, divê dewleta Ingilîsê lihevkirina teqil a digel YE`yê têkildarî Birêgzîtê li parlimana vî welatî bixe ber dengdanê lê, encama vê dengwergirtinê, bandorê li biryara dewletê ya vekişîna ji YE`yê nake.
Di vî halî de li gorî dengwergirtina herî dawîyê, 319 parlimanterên ingilîsî li hemberî 303 parlimanteran dengê na dan vê zêdek û temamkirê û niha bi erêkirina Meclisa Qeşe û Lordan a Ingilîsê ji bo derbaskirina qonaxên dawîyê ji bo xatûna vî welatî Êlîzabêtê hatîye şandin.