Hezîran 21, 2018 10:01 Asia/Tehran
  • Trump ji fermana xwe hat xarê, cidakirina zarokên koçber ji dê bavên wan hat sekinandin

Donald Trump serokomarê Amerîkayê ji sîyaseta ``tehemulkirin sifir`` hat xarê û fermana rawestandina cidakirina zarokên malbatên koçber ji dê û bavên wan wajo kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, Donald Trump şeva buhurî fermana rawestandina cidakirina zarokên malbatên koçber ên neqanûnî ji dê û bavên wan wajo kir û pêgirî kir: Sîyaseta ``tehemulkirin sifir`` têkildarî serederîya dadwerîyê li hemberî hemî koçberên neqanûnî bê istisna dewsa xwe da ye.

Serokomarê Amerîkayê fermanek wajo kirîye ku demajoya cidakirina zarokên malbatên koçber ên neqanûnî ji dê û bavên wan, di dema şopandina dosîya wan ji hêla dadwerîyê ve radiwestîne.

Bi cihanîna sîyaseta dewleta niha ya Amerîkayê di warê girtina pêşîya derbasbûna koçberên neqanûnî nav vî welatî de, dezgeha ewlehîya sînorên Amerîkayê ji 5 heta 9`ê Hezîranê 2 hezar û 342 zarok ji himbêza dê û bavên wan dûr xistin û di bin çavdêrîyê de ragirtine.

Serokomarê Amerîkayê ji ber fermana cidakirina zarokên malbatên koçber ên neqanûnî ji dê û bavên wan û bicihkirina wan zarokana li kempekê ber xatirê muhakimekirina dê û bavên wan, pêrgî nerazîbûnên navxweyî û derveyî bûye.

Piştî rexneyên cidî li hemberî sîyaseta cidakirina zarokan ji dê û bavên wan li sînorê Mêkzîkê, dewleta Amerîkayê û Kongira vî welatî hewil didin têkildarî qanûna koçberîyê lihev bikin.