May 26, 2018 16:20 Asia/Tehran
  • Rêberên her du Koreyan li halekê ku ji pêş ve ranegihandibûn, careka din hevdîtin pêk anîn

Rêberê Koreya Bakûr û serokomarê Koreya BAşûr, li halekê ku ji pêş ve ranegihandibûn û ji nişkêve, careka din li navçeya sivîl a Panmûncûmê, hevdîtin pêk anîn û bi hev re şêwirîn.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Ajansa nûçeyan a Yûnhap`ê ragihand ku serokên Korey Bakûr û Koreya Başûr, li navçeyek li axa Sêûlê ku ji leşkeran hatiye valakirin, hevdîtin pêk anîn.

Koşka serokomartiya Koreya BAşûr, ev nûçeya ragihandiye mêdya.

Hevdîtina Kîm Cûng Ûn û Mûn Caê În, li halekê ye ku peywendiyên di navbera du welatan de, di van rojên dawiyê li dû birêveçûna meşqa hevpar a leşkerî ya Waşîngton û Sêûlê û pêhişyariyên Pyûng Yangê, pirrkêşe bibûn. Kêşe li halekê zêde bibûn ku hevdîtina meha buhurî ya van du serokên cînar, piştî derbasbûna salan, bibû sedema kêmbûna kêşeyê li Nîvgirava Koreya.