May 25, 2018 20:25 Asia/Tehran
  • Çîn: Bila Amerîka û Koreya Bakûr civîneke dualî lidar bixin

Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê ji ber ibtalkirina civîna Amerîkayê digel Koreya Bakûr heyf û mixabinîya xwe dîyar kir û xwest ku ew civîna bê pêkanînê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Lo Kang îro li koma nûçegihanan li Pêkenê, Pîyong Yang û Waşîngtonê xwest ku muzakirê bikin û dîyar kir ku Çîn roleke avakir û erênî li destpêkirina gotûbêjan piştî ibtalkirina van muzakiran ji hêla Amerîkayê ve, dilîze.

Wî got: Ev civîna derfeteke guncav ji bo paqijkirina tam a nîvgrava Koreyê ji çekên navokî pêk tîne.

Berî vîya serokomarê Koreya Başûr jî bi dû ibtalkirina civîna serokên Amerîka û Koreya Bakûr ji hêla Trump ve, xwest ku muzakireya rasterast di navbera serokên van du welatana ji bo nehîştina nakokîyan bê lidarxistin.

Çend sietan piştî ku Koreya Bakûr navenda ceribandinên atomî ya Punggye-ri têk bir, serokomarê Amerîkayê li nameyekê ji bo Kîm Cong Ûn rêberê Koreya Bakûr, ragihand ku hevdîtina xwe ya digel wî ya ku biryar bû di 12`ê Hezîranê de pêk bê, ibtal kir.

Rêberê Koreya Bakûr jî wek berteka li hemberî vê yekê, ev karê Donald Trump serokomarê Amerîkayê dûrî mentiqê û derveyî erf û edetên dîplomatîk zanî û got ku ev biryara Trump ne daxwaza vî welatî û cîhanê ye.