Piştgirîya NY ji pêngavên ji bo parastina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê
Sêkrêtêrê giştî yê NY piştgirî da pêngavên cîhanî ji bo parastina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadolyê, Antonyo Gotêrêş sêkrêtêrê giştî yê NY li axavtinekê li Zanîngeha Jênêwê ji pêngavên cîhanî yên bi merema parastina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bi dû vekişîna yekalî û neqanûnî ya Amerîkayê ji vê rêektinamê pêşwazî kir.
Sêkrêtêrê giştî yê NY got ku rêketinamên wek rêketinama atomî ya digel Îranê ji bo aştî û ewlehîya cîhanê pêwîst in.
Hevgavê gotinên Gotêrêş, Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê (IAEA) şeva buhurî li yanzdehemîn rapora xwe, careka din biaştîbûna bernama navokî ya Îranê erê û piştrast kir.
Gotêrêş di çarçova hişyarkirinekê de bal kişand ser demajoya jordaçûna xercên cîhanî yên leşkerîyê û rikeberîyên bi çek û rextan û ji Amerîka û Ûrsêtê xwest ku çek û rextên navokî yên zimhêrkirî kêm bikin.
SÊkrêtêrê giştî yê NY got ku cîhan li halê paşdeçûnê ye û divê jinavbirina tam a çekên navokî li cîhanê bibe ewlewîyet ji ber ku nêzî 15 hezar cebilxanên navokî li cîhanê hene ku bi sedan ji wan dikarin di çend xulekan de çalak bibin.