May 25, 2018 18:55 Asia/Tehran
  • Daxwaza çavdêrê mafên mirovan  ji Emnerîkayê ji bo rawestandina firotina çekan bo Behreynê

Rêxistina çavdêrê mafên mirovan ji dewleta Emerîkayê xwest ku bila peymana firotina çekan bo Behreynê ji ber karnama reş a mafê mirovan a vî welatî rawestîne.

Rêveberê nivîsgeha  mafê mirovan  li Waşengtonê bi daxûyaniyekê bal kişand ser vê yekê ku Emerîka du peymanên  firotina çek û sîlehan bi qasî 2 milyar dularî bi Behreynê re wajo kiriye û vê peymanê nîşana  sersariya  dewleta Trump li hember rewşa mafê mirovan li Behreynê da zanîn.

 Li gorî rapora çavdêrê mafên mirovan, Behreyn li sala 2017`an  serkutkirina  çalak, parêzer û rojnamevanan  zêde kir û bi awayekî bêmînak dest bi îbtalkirina  mafê welatîbûnê ya  wlatiyên  xwe kiriye.

Li gorî raghandina çavdêrê mafên mirovan, dewleta behreynê her wiha  çalakên mafên mirovan û malbatên  wan bi  sînor û berbendên  berfireh li dadgehên  eskerî mehkeme û zindanî kiriye.

 Tevî binpêkirina eşkere ya mafên mirovan li Rejîma Alê Xelîfe, dewleta Emerîkayê vê dawiyê bi firotina çekên eskerî bi qasî 45 milyon dularî û li meha Awrêlê jî firotina  helîkopterên  eskerî  bo Behreynê qebûl kiriye.

 Behreyn he wiha  mazûvanê  paporê pêncan  ê artêşa Emerîkayê ye.