Pêgirîya Rûsiyê ser biryara dewleta Sûriyê li bara bicihbûna hêzên biyanî
Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir tenê Rêberên Sûriyê dikarin li bara pêwîstiya mayîna hêzên biyanî li axa xwe biryarê bidin.
Li gorî rapora kanala televîzyonî ya Meyadînê, Mîxayîl Bodgandof,cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsiyê got ku beşdariya hêzên biyanî li Sûriyê biryara hakimiyetê ji bo dewleta welatekî ye ku endamê Rêxistina Neteweyêîn Yekbûyî ye.
Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha diyar kir ku Elêksander Lavrntîf, nûnerê taybet ê Moskowayê li karûbarên Sûriyê ser fermana Viladîmîr Pûtîn serokkomarê Sûriyê, hin hevdîtin bi Beşar Esed, serokkomarê Sûriyê lidar xist.
General Rodskoy serokê dayira giştî ya operasyona erkantiya gişt ya hêzên ekdar ên Sûriyê jî bal kişand ser hewldana Rûsiyê ji bo prastina yekitiya Sûriyê û ji civaka cîhanî xwest ku li vê barê hewl bidin.
General Rodskoy destnîşan kir ku em ji bo amadekirina rewşê ji bo vejiyandina yekitiya Sûriyê wek welatekî hevgirtî hewl didin.
Viladmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê pêştir li axiftinekê daxwaza derketina eskerên welatên rojavayê û hevpeymanên wan ji Sûriyê kiribû.