IMF: Emê hevkariya bi banka navendî ya Îranê re bidomîmin
Sindiqa Navneteweyî ya Dirêv (IMF),roja îniyê li bersiva peywendiya cihhatî li bara kiryara vê dawiyê ya Waşengtonê ya boykotkirina Welîullah Seyf, serokê giştî yê banka navendî ya Îranê raghand ku dê vê saziya aboriyê tim hevkariya bi Seyf û banka navndî ya Îranê re bidomîne.
Li gorî rapora IRNA`yê, navenda raghandinê ya Sindiqa Navneteweyî ya Dirêv destnîşan kir ku Îran yek ji endamên Sindiqa Navneteweyî ya Dirêv e û sindûq dê li gor qayîde û qirarên xwe tev Seyf wek serokê giştî û her wiha banka navnedî re hevkariyê bike.
Emerîkayê roja sêşemiyê 15 Gulanê di dewama kiryarên xwe yên bi dijminatî li dijî Komara Îslamî ya Îranê, serokê giştî yê banka navendî ya Îranê boykot kir.
Wezareta xizînedariya Emerîkayê, Welîullah Seyf, serokê giştî yê banka navendî ya Îranê bi îdiaya piştgiriya aborî ji Hizbullaha Lubnanê ji riya sipahê pasdraên Inqilaba Îslamî boykot kir.
Wezareta xizînedariya Emerîkayê pêştir jî bi caran hin kes û şîrketên îranî û her wiha biyanî bi hecetên curbicur ji wan peywendiya bi Hizbullaha Lubnanê û Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî boykot kiribû.
Hizbullaha Lubnanê û Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî roleke giring li rawestana li ber terorîstên ku ji aliyê Emerîkayê ve piştgirî dibin, hene.