Civîna komîsyona hevpar a rêketinnama navokî li Viyenayê destpê bû
Civîna komîsyona hevpar a rêketinnama navokî bi beşdariya Îran, pênc welatên din ên endamê vê hevhatinê, nûnerê Yekitiya Ewrûpayê û bêyî beşadriya Emerîkayê li hotêl Koburga Viyena Otrîşê destpê bû.
Li gorî rapora nûçegîhanê IRIB News`ê, Yekitiya Ewrûpayê li daxûyaniyekê li bara civîna îro îniyê nivîsî ku ev civîna bona hilkolandina dûhatên derketina Emerîkayê ji rêketinnama navokî û şêwirîna li bara rêçareyên cihanîna vê hevhatinê hatiye lidarxistin.
Li vê civînê Yokiya Amano, rêveberê giştî yê Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê jî beşdar bûye.
Yek ji endamên beşdarê Civîna komîsyona hevpar a rêketinnama navokî ku navê wî nehatiye baskirin, got: Ji ber neqanûnîbûna derketina yekalî ji rêketinnama navokî û her wiha ji ber rapora nû ya rêveberê giştî yê Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê ku 11 caran sekinîna Îranê ser berpirsiyariyên xwe piştrast kir ev întizara heye ku ev komîsyona yekgirtî li hember kiryara neqanûnî dijberiyê bike.
Vî endamê beşdarê Civîna komîsyona hevpar a rêketinnama navokî hêvî kir ku endamên vê civînê ser pêwîstiya domandina rêketinnama navokî û berçavgirtina tivdîrên pêdivî ji bo dabînkirina xwestek û berjewendiyên Îranê li vê hevhatinê teqez bikin.