Serokê Konseya Peywendîyên Derve ya Amerîkayê sîyaseta derve ya Trump rexne kir
Serokê Konseya Peywendîyên Derve ya Amerîkayê sîyaseta derve ya Trump a wek `` an her tişt an tu tiştek`` rexne kir.
Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Richard Haas Serokê Konseya Peywendîyên Derve ya Amerîkayê bi dû ibtalkirina civîna plankirî ya Donald Trump serokomarê vî welatî û Kîm Cong Ûn rêberê Koreya Bakûr li peyamekê bi rêya Tiwwîterê nivîsî: Ew civîna mehkûmê işkestê bû ji ber dewleta Trump bi şiklekî nerast tişta ku têkildarî wê bi Koreya Bakûr re lihev kiribû, mezin kiribû.
Haas herwiha nivîsî: Sîyaseta derve ya ``an her tişt an tu tiştek`` a li hemberî Koreya Bakûr, Îran û Çînê, xetera wê ya bidestnexistina encamê yan pêkhatina minaqişê heye.
Donald Trump şeva buhurî plana hevdîtina xwe ya digel rêberê Koreya Bakûr ku biryar bû di 12`ê Hezîranê de li Sengapûrê pêk bê, ibtal kir.