Trump daxwaza amadetiya Pêntagonê ji bo rawestana mihtemel li ber Koreya bakurî kir
Serokkomarê Emerîkayê daxwaza amadetiya artêşê û Wezareta berevaniyê ya vî welatî ji bo rawestana muhtemel li hember Koreya bakurî kir.
Malpera Dêbka File li raporekê nivîsî ku Donald Trump piştî îbtalkirina bernama hevdîtina tev rêberê Koreya bakurî tev Cêyms Mats, wezîrê berevanî û fermandeyên hêzên çekdar ên Emerîkayê gotûbêj û ser pêwsîtiya amadetiya esker ji bo rawestana li ber her cure kiryara koreya bakurî sekiniye.
Li gor vê raporê, serokkomarê Emerîkayê her wiha li bara muzakireya tev janponyayê û Koreya başûrî li bara parvkirina bar aborî yê operasyoneke bi vî rengî agahî da.
Di hemen demê de, rojnama Niyoyork Times jî nivîsî koşka Sipî wer dizane ku êrişên pêşgîrane li dijî Koreya bakurî riyeke durust e lê kar wisa hêsan nîne û encama her cure kiryara eskerî dê karesat be.
Niyoyork Timês bal kişand ser vê yekê ku îbtalkirina hevdîtina Trump tev Kîm Cong Ûn peywendiyên du welatan ji berê xirabtir kiriye û got: Dewleta Trump ku Can Bolton, şêwirmendê tundrê yê ewlehiya neteweyî wê rênimûnî dike cardinê li halê nirxandina riyên eskerî ye.
Li halekê ku biryar bû Trump û Kîm Cûng Ûn roja 12 Hezîranê li Singapûrê hevdîtinê pêk bînin. serokkomarê Emerîkayê roja pêncşemiyê li kiryareke nişkêveyî ev hevdîtina îbtal kir.