May 25, 2018 10:09 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Pûtîn û Makron li ser parastina Lihevkirna Atomî ya digel Îranê

Serokomarên Rûsiye û Fransê li ser parastin û cihanîna Lihevkirinameya Atomî ya navbera Îranê û Koma 5+1ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar pêgirî kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Viladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê Pêncşemiyê bi şev li civîna çapemeniyê digel Êmanoêl makronê serokomarê Fransayê li kêleka civîna navneteweyî ya aborê li Senpitirzbûrgê, tevî pêgiriya li ser parastina Lihevkirinameya Atomî ya digel Îranê, ji helwêsta Frasnayê û welatên ewropî li bara Lihevkirinameya Atomî ya digel Îranê ji bo cihanîan wê pêşwazî kir û pişta wê girt.

Pûtîn tevî pêgiirya li ser vê yekê ku tu sedemek ji bo betalkirina Lihevkirina Atomî tune, hişyarî da ku dê dûhatên betalkirina vê lihevkirinameya navneteweyî bitalûke be.

Êmanoêl Makronê serokomarê Frasnayê jî li vê civîna çapemeniyê ragihan dku kompaniyên ewropî tevî îmkana hebûna boykotên Amerîkayê, hez dikin hevkariya xwe bi Îranê ra bidomînin û divê misogeriyên pêwîst li warê cihanîna Lihevkirina Atomê bidin Têhranê.

Makron bal kişande ser vê yekê ku welatên ewropî di rojên dawî da ragihandine ku li nav Lihevkirina Atomî dimînin û got: Naveroka Lihevkirina Atomî ji aliyê van welatan va cih tê.

Serokomarê Frasnayê got: Agahî û zanyariyên Ajansa navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) nîşan didin ku Îranê sozên xwe yên li warê Lihevkirinameya Atomî cih anîne, lewm aliyên ewropî jî daxwaza parastina Lihevkirina Atomî dikin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê 8ê Gulanê bi dubarekirina tawanên bêbingeh dijî Îranê derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên navokî di heyamam ji sê heta 6 mehên tê da ragihand.

Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) mixabiniya xwe ji biryara yekalî ya serokomarê Amerîkayê ragihand.

Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Almanya, Çîn û Yekîtiya Ewropayê jî wek aliyên îmzekerê Lihevkirina Atomî, pişta vê lihevkirinameya navneteweyî digirin.