Nîsan 21, 2018 10:31 Asia/Tehran
  • Kîm Cong On: Em bernameyên xwe yên mûşekî û navokî demkî didin rawestandin

Kîn Cong On ragihand ku welatê wî ji îro va pêkanîna her cûre ceribandina navokî û mûşeka Balistîk dê bide rawestandin û dê cihê pêkanîna ceribandinên navokî li bakurê vî welatî ji bo îsbatkirina niyeta xwe ya baş girêde. Biryara ku ji aliyê Donald Trump û Koreya Başûr va hat pêşwazîkirin.

Li gorî rapora ISNAyê, ajansa nûçeyan a Yûnhapê ya Koreya Başûr ji zarê ajansa fermî ya nûçeyan a Koreya Bakur ragihnd ku Kîm Cong On, rêberê Koreya Bakur bi gotinekê ragihand ku ji 21ê Nîsanê va anku ji Îro Şemiyê va Koreya bakur dê ceribandinên navokî û avêtina mûşekên Balistîk ên derveyî parezemînan dê bide rawestandin.

Wî her wiha got: Koreya Bakur dê cihê ceribandina ceribandinên atomî li bakurê vî welatî bi mebesta nîşandana niyeta baş girêde. Ev cih dê ji nav biçe û ev yek bi armanca hewildana ji bo serêxwegirtina geşepêdana aborî û pêkanîna aştiyê li Nîvgirava Koreyê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Koreya Bakur, rawestandina ceribandinê navokî karekî girîng li warê Jiçekkirina Cîhanî ye û Koreya Bakur dê tevlî hewildanên navneteweyî ji bo rawestandina tam a ceribandinên atomî be.