Nîsan 20, 2018 11:38 Asia/Tehran
  • Hevdîtina John Bolton digel sefîrê Ûrsêtê li Amerîkayê

Hevgavê gurrbûna gêreyên di navbera Amerîka û Ûrsêtê de, rawêjkarê ewlehîya netewî yê Amerîkayê bi sefîrê Rûsîyê yê li Waşîngtonê re hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Qesra Sipî li daxûyanîyekê ragihand ku John Bolton rawêjkarê ewlehîya netewî yê Amerîkayê li hevdîtina digel Anatoli Antonov sefîrê Ûrsêtê li Amerîkayê pêgirî kirîye ku ji bo çêtirkirina peywendîyên her du welatan, divê dilgiranîyên Waşîngtonê ji holê bên rakirinê.

Li gorî vê daxûyanîyê, Bolton herwiha gotîye ku berjewendîyên Rûsîye û Amerîkayê di vê yekê de ne ku peywendîyên wan ên baş hebin helbet ev yeka girêdayîyê nehîştina dilgiranîyên têkildarî destwerdana Rûsîyê li hilbijartinên sala 2016`an ên Amerîkayê, bikaranîna çekên kîmyewî li Ingilîsê û rewşa Sûrîye, Ukrayn û Yemenê ye.

Waşîngtonê digel YE`yê boykot û sîyasetên dijî aborîya Rûsîyayê girtin ber xwe û NATO û Amerîkayê jî mûşek û alavên pêşketî yên cengê li sînorê Ûrsêtê li welatên Baltîkê û rojhilata Ewropayê bi cih kirine.