Nîsan 20, 2018 11:37 Asia/Tehran
  • Parlimana Ewropayê: Bila dorpêça ser Gazeyê bê rakirin

Endamên Parlimana Ewropayê xwestin ku Rêjîma Sîyonîst dorpêça ser filistînîyên li Zîvala Gazê rake.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, endamên Parlimana Ewropayê şeva buhurî ji Rêjîma Sîyonîst xwestin ku dorpêça ser Zîvala Gazeyê bê şert û merc rake û hemî derbasgehên vê navçê veke.

Endamên parlimana Ewropayê li daxûyanîya xwe şehîd û birîndarkirina filistînîyên bê guneh di dema xwenîşanadana mezin a vegerê bi boneya Roja Erdê bi destê leşkerên dagirker di sê hefteyên vê dawîyê de şermezar kirin.

Parlimana Ewropayê herwiha ji artêşa rêjîma dagirkerê Qudsê xwest ku zordarîyê li hemberî nerazîyên bê çek bi kar neyne û rêzê li mafên wan ên xwenîşandana biaştî bigire.

Li daxûyanîya Parlimana Ewropayê herwiha pêgirî li ser hewildanên lezgîn û berfire yên navnetewî ji bo jinûve avakirina Gazê hatîye kirin.

Di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên xwenîşandana Mafê Vegerê ku ji 30`yê Adara sala 2018`an ve destpê bûye heta niha zêde ji 30 filistînî şehîd û nêzî 4 hezar kes jî birîndar bûne.