Nîsan 20, 2018 11:36 Asia/Tehran
  • Miguel Diaz-Canel bû serokomarê Kûbayê

Qanûndanerên Kûbayê şeva buhurî ragihandin ku Miguel Diaz Canel wek serokomarê vî welatî hat bijartinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê ji Havanayê, Civata Netewî ya Kûbayê ragihand ku Miguel Diaz Canel ê 57 salî wek serokomarê nû yê vî welatî hat bijartinê û qonaxeke nû li vî welatî destpê bûye.

Meclisa Netewî ya Qanûndanînê ya Kûbayê 605 endamên wê hene ku meha buhurî hatin bijartinê. Li gorî qanûna kûbayê dengwergirtin bi awayê nihênî tê encamdanê.

Eva cara yekem e ku mideha 60 salên buhurî da kesek bilî birayên Castro dibe serokomarê Kûbayê.

Raol Castro di sala 2006`an de bi awayekî fermî desthilat ji birayê xwe Fidel Castro wergirt.

Hin şirovekar dibêjin ku bi hatina Miguel Diaz Canel ser desthilatê, nijyara sîyasî û giştî û sîyasî ya Kûbayê dê ewqasî neguhere.

Miguel Diaz Canel ji sala 2013`ê va wek milê rastê yê Raol Castro bû.