Nîsan 20, 2018 09:30 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Mecron li ser parastina rêketinama navokî ya digel Îranê

Serokomarê Fransayê careka din pêgirî li ser girîngîya rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê kir û piştgirî da vê rêketinamê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, Emmanuel Macron serokomarê Fransayê li civîna çapemenîyê ya hevpar digel Angela Mercel serokwezîra Almanê li Berlînê got: Parîsê li rex London û YE`yê helwesteke hevpar têkildarî Îranê heye û hertim pêgirî li ser girîngîya rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê kirîye.

Macron herwiha got, nabe rêketinama ku encama muzakirên navnetewî ye û 3 salan berî niha bi dest ketîye wêde bidin.

Serokomarê Fransayê got ku rêketinama navokîtêra çêtirkirina peywendîyên digel Îranê nake lê dewama çalakîyên navokî yên Îranê serûber dike.

Angela Mercel serokwezîra Almanê jî got ku ji ber hevkarîya nêzîk a digel Îranê ya têkildarî rêketinama navokî kêfxweş e lê mijara çekên balêstîk ên Îranê heye. Divê helwesteke hevpar di vî warî de bê nîşandayînê û helwesta Berlînê wek ya Londonê ye.