Nîsan 18, 2018 19:20 Asia/Tehran
  • Raportera Yekîtiya Ewropayê: Ewropayê firsenda dayîna peyameke zelal bo Erdogan ji dest da

Raportera Yekîtiya Ewropayê Katî Pîyêrî, rapora Komîsyona Ewropayê ya derbarê Tirkiyê de kêm dibîne û dibêje, Ewropayê firsenda dayîna peyameke zelal bo Receb Tayîb Erdogan ji destê xwe da revandinê.

Katî Pîyêrîyê, da xuyakirin, raporta Yekîtiya Ewropayê wek dihat pêşbînikirin pir tund e, lê komîsyonê nekarî encamên siyasî nîşanî hikûmeta Tirkiyê bide. Li Tirkiyê pîvanên bingehîn ên demokrasiyê bi destûra nû ji holê hatine rakirin, lê hê jî xeyalên hikûmetê bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê zindî ne.

Raportera Yekîtiya Ewropayê Katî Pîyêrî herwiha da zanîn, diviya bû Komîsyonê peyameke zelal daba Serokomarê Tirkiyê ku, dê bersiva siyaseta wî hebe û di mercên niha de, nûjenkirina Yekîtiya Gumrikê bi Tirkiyê re nemimkin e û nabe prosesa serbestiya vîzeyê jî destpê bike.