Sefera nepenî ya serokê CIA`yê bo Koreya bakurî û hevdîtina tev Kîm Cûn Ûn
Rojnama Waşengton Postê li bara sefera nepenî ya serokê CIA` yê bo PiyonYangê û hevdîtina wî bi Kîm Cûng Ûn rêberê Koreya bakurî agahî da.
Ev peywira nepenî ku li bara wê raporek nehatibû raberkirin piştî bijartina Pompêo wek wezîrê karên derve yê Emerîkayê cih hatiye.
Pompêo li civîna heftiya buhurî ya komîta peywedniyên derve yên Senayê ji bo hilkolandina hêjatiya wî got: Em li bara vê mijarê geşbîn in ku dewleta Emerîkayê dikare rewşekê kivş bike ku serokkomar û rêberê Koreya bakurî bi hev re muzakirê bikin û encameke dîplomatîk bidest bixin.
Niha Popêo rêberiya muzakirên dewleta Emerîkayê bi Piyong Yang re girtiye istûyê xwe. Hevdîtina wî bi Kîm, hevdîtian herî bilind a navbera van du welatan ji 2000` an e. Hîngê Madlîn Albrayt wezîra karên derve ya Emerîkayê tev Kîm Cûng Ûnê dudiyan, bavê rêberê niha yê Koreya bakurî ji bo behs û nîqaşa li bara meselên stratejîk hevdîtin pêk anî.
Cêyms Kilpêr serokê Îstixbarta Neteweyî ya Emerîkayê li 2014` an ji bo garantîkirina azadiya du zindaniyên emerîkî li Koreya bakurî û hevdîtina bi rayedarên îstixbaratî yên vî welatî sefera Piyong Yang kir.
Waşengton postê li dawiyê nivîsî ku Trump sêşemiyê raghand ku destpêka Hezîranê dê bi rêberê Koreya bakurî hevdîtinê pêk bînin û pênc cih ji bo mazûvaniya vê civînê tê hilkolandin û gelek zû dê li bara wê biryarê bidin.