Nîsan 17, 2018 21:02 Asia/Tehran
  • Riyabkov: Siyaseta Rûsyê hîn jî piştgîrî û parastina Lihevkirina Navokî ye

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyê, roja sêşemiyê li hevdîtina bi Mehdî Senayî, balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Moskovayê, li ser vê yekê ku siyaseta Rûsyê hîn jî piştgîrî û parastina Lihevkirina Navokî ye pêgîrî kir û destnîşan kir Moskova tu guhertinekê li hember vê hevhatina navneteweyî qebûl nake.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Sergei Ryabkov (Sêrgêy Riyabkov), herwiha got: Rûsye çav li rê ye ku ewrûpî her wek berê pêbendî sozên xwe yên li hember Lihevkirina Navokî bin û nekevin ber bayê zextên Amerîkayê.

Senayî û Riyabkov li vê hevdîtinê li ser çareserkirina qeyranên navçê ji wan qeyrana Sûriyê, bi rêya gotûbêjên siyasî pêgîrî kirin.

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Moskovayê, roja sêşemiyê herwiha bi Sergey Vershinin (Sêrgêy Vêrşînîn), alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyê li karûbarên Rojhilata Navînê re, hevdîtin pêk anî û li bara hevkariyên her du welatan di warên navneteweyî û ji wan Lihevkirina Navokî, gotûbêj kir.

Hevhatina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê ( Îngilistan, Rûsye, Çîn, Amerîka, Fransa û Almanya) nasyar bi Lihevkirina Navokî, ji Çileya sala 2016`an ve ketiye qonaxa cihatinê lê dewleta Amerîkayê wekî endamekî vê komê hertim hertim li ser cihanîna wê bêsoziyan dike.

 Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, berovajî helwêstên aliyên din ên Lihevkirina Navokî, vê hevhatinê hevhatineka bixof daye zanîn û dil heye ku wê têk bibe lê cîhan dijî vê kiryara bi dijminatî ya serokomarê Amerîkayê ye.