Nîsan 17, 2018 20:40 Asia/Tehran
  • Balafirvan û karmendên kompaniya geşta esmanî ya Air Frans`ê ji nû ve dest bi girevê kirin

Balafirvan û karmendên kompaniya geşta esmanî ya Air Frans`ê ji nû ve dest bi gireva xwe kirin.

Li gorî rapora Frans 24`ê, karmend û balafirvanên kompaniya geşta esmanî ya Air Frans`ê, ji bo roja heştemîn a li van hefteyên dawiyê, gireva xwe ji sibeha îro sêşemiyê ve bo mideha du rojan, ji nû ve dest pê kirin.

Birêvebiriya Air Fransê, plana hevhatina dawîn, pêşniyar daye kombûnên karmendên vê kompaniyê.

Li gorî vê raporê, heya roja îniyê derfeta wan ji bo îmzekirina vê planê heye.

Li vê planê zêdekirina demlidest a sedî 2`an a miaşan hatiye pêşbînîkirin ku biryar e di mideha sê salan de bigihîje sedî 6`an, lê dewleta Fransayê dijî wê ye.

Li gorî ragihandina Kompaniya Air Fransê, roja sêşemiyê nêzî sedî 30`ê firînên vê kompaniyê bo nav û derveyî Fransayê, îbtal bûne û careka din bûye sedema sergirdaniya xelkê.

Ji ber van 8 rojên gireva karmendên Air Frans,  220 mîlyon Ewro xisar li vê kompaniyê ketiye.