Nîsan 17, 2018 19:34 Asia/Tehran
  • Bona nerizamendiya li hember girtina Elame Zekzakî li paytexta Nîcêriyayê pevçûn derket

Di encama xwenîşandana bi sedan neraziyên li hember rêberê şîeyên Nîcêriyê û pevçûna li gel hêzên polîs de, kesek hate kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora kanala RT Arabic`ê (Rûsya El Yewmê), çavkaniyên nexweşxaneyî li Nîcêriyê ragihandin di encama pevçûna di navbera hêzên polîs û neraziyên li Abocaya paytexta vî welatî de, kesek hate kuştin û nêzî 20 kesên din jî birîndar bûn. Bi sedan kes bi beşdariya li vê xwenîşandanê, xwestin ku Elame Îbrahîm Zekzakî, rêberê Tevgera Îslamî ya Nîcêriyê ku ji sê salan berî niha hatibû girtin, were azadkirin.

Polîsê Nîcêriyê ragihand ku zêde ji 100 kes hatine girtin.