Alozbûna rewşa jiyana awareyên Rohîngiyayê li sînorê Bengladişê
Federasyona Navneteweyî ya Xaça Sor û Hîva Sor li bajarê Jinêvê li bara alozbûna rewşa jiyana awareyên Rohîngiyayê li navça Kaks Bazara Bengladişê dilgiraniya xwe da diyarkirin.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Tesnîm Newsê, û ji zarê Reuters`ê, Federasyona Navneteweyî ya Xaça Sor û Hîva Sor li halekê li bara rewşa dijwar û nepêkan a Rohîngiyayê li navça Kakls bazarê li derdora sînorê Bengladişê dilgianiya xwe didin xûyakirin ku heya niha li encama cinayetên berfireh ên artêşê û bûdaiyên tundrew ên Miyanmarê li dijî wan bi hezaran kes hatine kuştin an birîndar bûne û bi sedan hezar kes jî aware bûne.
Piştî destpêbûna demsala barînê li Bengladişê, hêzên gîhandina alîkariyê yên navneteweyî hewldanên xwe ji bo xurtkirina ewlehiya kampên awareyên Rohîngiyayê li navça Kaks Bazarê ne lê dilgiraniyên li bara hatina lehiyê û hezaza erdê li vê navçeyê heye ku xwedênekirî jînosaydeke din vê carê li axa Bengladişê cih were.
Eva li halekeê ye ku berpisên miyanmarî û bengladişî li Mijdara sala 2017`an ji bo vegeryana nêzîkî 900 hezar awareyên Rohîngiyayî ji Bengladişê bo Miyanmarê hevhatinname wajo kirin lê ji hingî ve heya niha ne tenê pêngaveke cidî ji bo vegeryana awareyan cih nehatiye, belkî niha hejmara awareyên miyanmarî li Bengladişê gihêştiye nêzîkî yek milyon kesî.
Kiryara vê dawiyê û tam sembolîk ên dewleta Miyanmarê li vegeryana awareyên Rohîngiyayî ji Bengladişê bo Mianmarê û her wiha dewama kiryarên nijadperestane yên vî welatî li halekê ye ku ne tenê dewleta Bengladişê ji siyaseta xapokîn û dijwate yên rayedarên Miyanmarî li bara vegeryana awareyên Rohîngiyayê bo Miyanmarê rexne kiriye belkî ev mijara rastî rexneya civakên din ên navneteweyî hatiye.
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî midehek berî niha artêşa Miyanmarê ji ber cinayet û şîdetên cinsî yên berfierh li dijî jinan û keçên misilman ên Rohîngiyayî xiste nav lîsteya xwe ya reş û her wiha rêxistinên mafên mirovan li raporên xwe yên curbicur, destdirjî û tevkujiya li dijî misilmanên Rohîngiyayî ji wan zarokên sawa ji aliyê leşkirên miyanmarî ji wê wek cinayeta li dijî mirovahiyê dan zanîn.