Pêşnûmaya operasyona leşkerî ya derveyî sînorî ya Emerîkayê raberî kongreyê hat kirin
Sinatorên emerîkî pêşnumayek raber kirin ku ger were pejirandin, kongre cardinê dayîna fermana kiryarên li dijî komên mlîtan li Iraq û Sûriyê an cihên din dê bigre destê xwe.
Reuters`ê raghand ku ev pêşnûmaya roja duşemiyê li halekê hatiye raberkirin ku qanûndanerên Emerîkayê li dû bidestxistina desthilata dayîna fermanê an mafê piştrastkirina xebatên eskerî û derxistina wê ji destê koşka Sipî ne.
Komek bi serokatiya sinatoran, Bab Korker, serokê komîta peywendiyên derve û Tîm Kêyn endamê demokrat ê vê komîtê, pêşnûmaya îzna bikaranîna hêzên leşkirî pêşniyar kirine.
Li gor vê destûra hemî kiryarên pêdivî û pêkan li dijî komên mîlîtan ên eskerî yên mîna El-Qaidê, Taliban, DAIŞ û komên têkildar bi wan re tê dayîn.
Pêşnumaya pêşniyarkirî ya dayîna destûrê bo kiryarên leşkirî li dijî welatan nîne û karê wê tenê ji bo komên mîlîtan e û her wiha demekê bo kutakirina kiryarên eskerî dê kivş neke.