Adar 20, 2018 11:51 Asia/Tehran
  • Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê li ser mijarên giştî yên heyama veguhestinê ya piştî Bêrgzîtê li hev kirin

Gotûbêjberê pileberz ê Yekîtiya Ewropayê li bara Bêrgzîtê qala lihevkirina digel dewleta Brîtanyayê li ser babetên giştî yên heyama veguhestinê piştî derketina vî welatî ji Yekîtiya Ewropayê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Gotûbêjberê pileberz ê Yekîtiya Ewropayê li bara Bêrgzîtê, Mîşil Barniye roja Duşemiyê li broksêlê ragihand ku du aliyan li ser babetên giştî yên heyamam veguhestinê ya piştî Bêrgzîtê li hev kirine.

Barniye roja Duşemiyê li civîna nûçegihaniya hevpar digel Dêyvîd Dîvîs, wezîrê Bêrgzîtê yê Brîtanyayê her wiha got; Heyama veguhestinê dê ew dem be ku Brîtanya piştî derketina ji Yekîtiya Ewropayê di 29ê Adara 2019an da, bêyî hebûna rolekê li saziyên biryarder ên ewropî qanûnên vê saziyê dişopîne.

Li gorî gotina Barniye, pêşnivîsa vê lihevkirinê vê hefteyê ji bo pesendbûn ji aliyê serokên 27 welatên ewropî ku li Broksêlê dê bicivin, tê raberkirin û heke li ser wê li hev bên, qonaxa duyem a gotûbêjên Bêrgzîtê bi hûrbûna li ser pêşeroja pêwendiyên Brîtanya û Ewropayê dê dest pê bibe.

Vî rayedarê ewropî her wiha got: Li gorî vê lihevkirinê, Brîtanya jî dê bikare berovajiya nêrîna berê ya Yekîtiya Ewropayê gotûbêjên ticarî bi welatên din ên ne-ewropî dest pê bike.

Dêyvîd Dîvîs jî li vê civînê lihevkirina lis er heyama veguhestiê pêngaveka girîng li pêvajoya derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê da zanîn û hêvî kir ku ev mijar dê dilniyayiya pêwîst ji bo bidestxistina hevhatin adawiyê ya Bêrgzîtê dabîn bike.

Gotûbêjên fermî yên Bêrgzîtê ji Adara 2017an va dest pê bû û Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê li hev kirin ku ev pêvajo di 29ê Adara sala 2019an da bi dawî were.