Adar 19, 2018 10:33 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana ji bo damezirandina dewleta herêmî li Kataloniyayê

Bi hezaran kesî li Barsêlonayê bi lidarxistina meşeka girseyî daxawza dameziandina dewleta nû ya herêmî li vê deverê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Ifeyê, derdora 200 hezar kesî roja Yekşemiyê li Barsêlonaya Spanyayê derketin nav kolanan û ji rayedarên navçeyî xwestin ku herî zûtir dewleta eyaletî dameizrînin.

Beşdarên li vê xwenîşandanê dewleta navendî ya Spanyayê wek sebebkarê beşeka girîng a qeyranê li Katalonyayê dan zanîn û ji rayedarên Madrîdê xwestin ku bi rayedarên navçeyî ra li bara damezirandina dewleta eyaletî gotûbêjê bikin.

Li gorî vê raporê, manoêl Wals serokwezîrê berê yê Fransayê hevrê digel serokên partiyên serxwebûnnexwaz, sosiyalîst û gelanî beşdarî vê xwenîşandanê bûn.

Xwenîşanderan hin plakard bi dirûşmeyên wek "Em Katalonya ne", "Em Spanya ne" bi xwe ra dibirin û dirûşmeyên "Katalonya Spanyay ye" û "Pûcdemûn serokê revyayî yê Katalonyayê divê were girtin" bilind kirin.

Hevahengkirên xwenîşandanê bi daxûyaniyekê ragihandin: Em pirraniya xelkê Katalonyayê ne û em ê li hemberî serxwebûnxwazan bi ser kevin.

Tevî derbasbûna çend mehan ji lidarxistina hilbijartina naçeyî li Katalonyayê hîn dewleta navçeyî nehatiye damezirandin.

Hilbijartina zûdem a 21ê Kanûna 2017an li navçeya Katalonyayê bû sebeb ku partiyên cudatîxwaz bi ser kevin. Lê dewleta navendî ya Spanyayê hertim pêgiriyê dike ku dê nema cudabûna vê deverê bipejirîne.