Adar 18, 2018 20:12 Asia/Tehran
  • Dîplomatên Amerîka û Koreya Bakûr dê bicivin

Dîplomatekî pilebilind ê Koreya Bakûr ê berpirsê peywendîyên vî welatî û Amerîkayê bi rêka Çînê çûye Finlandê ta ku hevdîtineke nefermî bi rayedarên amerîkî re pêk bîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Yonhop a Koreya Başûr, Ço Kang Îl alîkarê rêvebirê giştî yê karên Amerîkayê li wezareta karên derve ya Koreya Bakûr îro li halekî li Pêkenê hat xûyakirinê ku dil hebû here Finlandê.

Biryar e ku ew li gorî bernama ji pêş ve hatîye ragihandinê, bi Katlîn Stêfan sefîrê berê yê Amerîkayê li Koreya Başûr û hejmarek karzanên ewlehîyê yên Waşîngtonê re hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.

Wî berî seredana xwe li koma nûçegihanan got ku niha gotineke taybet tineye ku bêje lê dema seredan û gotûbêj pêk hat, yê têkildarî wê biaxive.

Ajansa nûçan a Yonhopê herwiha dinivîse ku Ço Kang Îl li Finlandê dê bi rayedarên amerîkî re têkildarî meseleya jiçekirina navokî ya Koreya Bakûr û lidarxistina civînên serokên her du Koreyan û rêvebirên Amerîka û Koreya Bakûr rawêjkarîyê bike.

Li gorî vê raporê, hevdîtina her du alîyan dê li balyozxana Japonê li Hêlsînkîyê pêk bê û hewil tê dayîn ku eva pişkek ji danûistandinên navnetewî û têkilîyên akadêmîk bê berçavgirtinê.