Adar 18, 2018 20:02 Asia/Tehran
  • Pişkdarîya zêde ji sedî 40`ê gelê Ûrsêtê li Moskowê

Komsyona hilbijartinan a Moskowê ragihand ku zêde ji sedî 40`ê welatîyên Moskowê heta siet 3`yê piştî nîvroya îro li hilbijartinan pişkdar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tas`ê, komsyona hilbijartinan a Moskowê ragihand ku zêde ji sedî 40`ê kesên dikarîn dengê xwe bidin li vî şarî heta siet 15`ê îro li hilbijartinan pişkdar bûne.

Eva li halekî ye ku di vê dema hilbijartinên serokomarîya sala 2012`an de, tenê sedî 34`ê kesên dikarîn dengê xwe bidin li hilbijartinên Moskowê dengê xwe dabûn.

Komsyona hilbijartinên Moskowê herwiha ragihand: Li hilbijartinên sala 2012`an bi giştî sedî 58`ê kesên dikarîn dengê xwe li Moskowê bidin, dengê xwe dan ku çav li rê ye asta pişkdarîya li hilbijartinên vê carê zêde bibe.

Hilbijartinên serokomarîya Ûrsêtê ji îro ve destpê bûne û 8 kes ji bo ku bibin serokomar ketine rikeberîyê ku şansê serketina Viladimîr Pûtîn serokomarê niha yê Ûrsêtê zêdetir ji yê reqîbên din e.

Lê ajansa nûçan a Associated Press pêşbînî kirîye ku Pûtîn serketîyê teqil ê hilbijartinan e û nivîsî: Tenha meseleya girîng a rastî asta pişkdarîya xurt a gel bi merema dayîna îzna pêwîst ji bo serokomarîya Pûtîn ji bo cara çaran e.

Associated Press`ê bal kişand ser dilnîyabûna ji serketina Pûtîn li hilbijartinên vê dewrê û idia kir: Gellek karkirên Ûrsêtê bi zexta giran a ji bo pişkdarîya li hilbijartinan re rûbirû ne. Vê ajansa nûçan a amerîkî ragihand: Rayedarên Ûrsêtê li gorî teqilbûna serketina Pûtîn, zêdetir pêgirîyê li ser asta pişkdarîya gel dikin ku dê alîkarîyê bide bihêzbûna hêza serokomar li nav û derveyî welêt.